Ji NY bo 'agirbesta mayînde' ya Libyayê: Serkeftineke mezin hat bidestxistin

Ji NY bo 'agirbesta mayînde' ya Libyayê: Serkeftineke mezin hat bidestxistin

PeyamaKurd – Di encama civînên aliyên şer û hikumraniyê yên Libyayê de ku ev çend roj in li Cenevreyê berdewam dikin, herdu aliyan li ser agirbesta mayînde rêkeftin pêk anî.

Neteweyên Yekbûyî (NY) rêkeftina bo agirbestê wekî serkeftineke mezin a piştî sê salên şer bi nav kir û Nûnerê Taybet ê NY bo Libyayê Stephanie Turco Williams di merasîma îro 23yê Cotmehê ya li Cenevê de wiha got:

"Rêya ber bi agirbesta mayînde ve gelekî zehmet û dirêj bû. Em hêvî dikin ev agirbest dawî li êşên Libiyan bîne û yên neçarî koçberiyê bûne vegerin malên xwe.”

Williams, herwiha da zanîn ku ji bo bicihanîna sozên agirbestê pêwîstî bi kar û xebateke zêde heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin