Ji Qeter û Pakistanê dîplomatiya Îranê: Şanda nû çû Tehranê

Ji Qeter û Pakistanê dîplomatiya Îranê: Şanda nû çû Tehranê

PeyamaKurd - Ji bo bidawîanîna şerê navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), hewldanên dîplomatîk ên navneteweyî derbasî qonaxeke nû bûn.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên agahdar hatine wergirtin, şandeke taybet a welatê Qeterê bi armanca navbeynkariyê û di çarçoveya kordînasyoneke tam a li gel rêveberiya Washingtonê de gihîşt paytexta Îranê Tehranê.

Hat ragihandin ku ev şand dê bi giranî bala xwe bide ser nermkirina helwestên her du aliyan û peydakirina mekanîzmayeke guncav ji bo çareserkirina wan xalên krîtîk ên ku herî dawî li pêşiya rêkeftina aştiyê bûne asteng.

Ligel hewldanên Qeterê, Pakistan jî ji bo navbeynkariya di navbera Washington û Tehranê de pêngavên xwe yên astbilind zêdetir kirine. Piştî serdana Wezîrê Navxweyî yê Pakistanê Mohsin Naqvi, îro Fermandarê Giştî yê Artêşa Pakistanê Mareşal Asim Munîr jî berê xwe da Îranê.

Medyaya Îranê piştrast kir ku General Munîr di rêya paytext Tehranê de ye û biryar e di vê serdana xwe ya herî dawî ya îro de, bi berpirsên herî payebilind ên leşkerî û rêveberiya Îranê re bicive daku li ser bingeha dîplomasiya Îslamabadê sîwaneke ewle ya agirbestê ava bikin.