PeyamaKurd – Li gorî raporên medyayê xelkê Îranê îsal zêdetir ji her demê çekan dikire û li gelek deveran bazarên kirîn-firotina çekan çalak bûne û nirxê çekên sivik jî her diçe zêdetir dibe.
Her çiqas rejîma Îranê hewil dide pêşiya xelkê bigire daku nekarin çekan dest xwe bixin jî êdî xelk bi awayê eşkere di hinek bajaran de li bazaran kirîn û firotina çekan dikin.
Rejîm baş dizane ku xelk wan çekane bo berevaniya xwe dabîn dike, lê belê herwiha ditirse dema serhildanekê ew çek werin bikaranîn jî.
Bi taybet li parêzgehên Kirmaşan û Loristanê egera wê yekê heye ku nêzîkî hemî xelkê xwe çekdar kiribin ku vê yekê jî tirs û xofeke mezin xistiye nava deshilatdarên rejîmê.
Li ser vê jî rejîma Îranê van rojan ketiye pey tirsandina xelkê û dengoya wê yekê belav dikin ku ger çekên bê ruhset li malan bigrin, wê cezayê giran bi ser wan de bisepînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin