Ji Tirkiyê biryara vîzeyê: Ji xeynî Iraqê hemwelatiyên welatên Ereb dikarin serdana Tirkiyê bikin

Ji Tirkiyê biryara vîzeyê: Ji xeynî Iraqê hemwelatiyên welatên Ereb dikarin serdana Tirkiyê bikin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokomariya Tirkiyê, biryar daye hemwelatiyên welatên Kendava Erebî bê vîze dikarin serdana Tirkiyê bikin, lê welatiyên Iraqê nikarin.

Medya Tirkiyê belav kiriye ku bi biryora serokomariyê hemwelatiyên 6 welatên wekî; Erebistana Siûdî, Îmarat, Siltaniya Umanê, Behreyn û herwiha Kanada û Amerîkayê dikarin bê vîze serdana Tirkiyê bikin.

Li gorî biryara ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îmze kiriye, vîzeya geştyariyê ji bo 6 welatan hatiye qebûlkirin û hemwelatiyê wan welatan dikarin heta 90 rojan li Tirkiyê bê vîze bimînin.

Hêjayî gotinê ye, ji 2016an ve ji bo hemwelatiyên Qeterê û ji sala 2017an ve jî ji bo yên Kuwêtê vîze hatibû rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin