Ji Yekîtiya Ewropa hişyarî bo asmanên Îran, Iraq û Libnanê

Ji Yekîtiya Ewropa hişyarî bo asmanên Îran, Iraq û Libnanê

PeyamaKurd - Ajansa Ewlehiya Balafirvaniya Yekîtiya Ewropayê (EASA), bi daxuyaniyeke lezgîn û belavkirina rênimayên nû yên ewlehiyê, hişyarî da ku ji ber aloziya navbera Îran-Amerîkayê geştên bo Îran, Iraq û Libnanê bên betal kirin.

Di daxuyaniyê de ji hemû kompanyayên balafirvaniyê daxwaz hate kirin ku hemû xetên asîmanî yên asmanê Îran, Iraq û Libnanê bikar tînin heta fermaneke nû bi tu awayî bi kar neynîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşa agirbestê ya niha ya di navbera Washington û Tehranê de "gelekî hestiyar û şikestî ye" û ji ber liv û tevgerên leşkerî yên li herêmê, dibe ku her kêlî operasyonên nû pêk werin.

Hate hat ragihandin ku ev sînordarkirina firînê dê heta 31ê Tebaxa 2026an di meriyetê de bimîne.

Li aliyê din, EASAeyê eşkere kir ku sînordarkirin û hişyariyên "derbasbûna bi baldarî" ku berê ji bo firînên sivîl ên di asmanê Behreyn, Kuweyt, Îsraîl, Urdun, Qeter, Oman, Îmaratû Erebistana Siûdî de hatibûn danîn jî hatine betalkirin.