Ji Yekîtiya Ewropayê banga Sûriyê

Ji Yekîtiya Ewropayê banga Sûriyê

PeyamaKurd - Piştî Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê (YE) jî banga agirbestekê li tevahiya Sûriyê kir û ji rejîma Şamê xwest ku girtiyan serbest berde.

Rejîma Şamê jî weke rêkarên li dijî belavbûna vîrûsa koronayê, biryara xizmeta leşkerên yedek rawestand. 

YEyê di daxuyaniya xwe de got: “Agirbesta ku li Idlibê hatiye ragihand pir rizî û lawaz e. Ji bo rêgirtina li vîrûsa korona, divê bi taybet li Idlibê û tevahiya Sûriyê agirbest bê ragihandin.”

Yekîtiya Ewropayê herwiha banga serbestberdana girtiyan ji rejîma Sûriyê kir ku doh jî NY ew bangewazî kiribû.

Hêzên Sûriya Demokratîk li ser banga NY çalakiyên xwe yên leşkerî rawestandin û NY jî pêşwazî li wê biryara HSDê kir.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin