Ji Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk banga dîyalogê bo aliyên Başûrê Kurdistanê

Ji Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk banga dîyalogê bo aliyên Başûrê Kurdistanê

PeyamaKurd - Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk banga çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên li Başurê Kurdistanê kir û xwest bi rêya diyalogê bên çareserkirin. ÎYDê, hişyarî da ku di qonaxa niha ya Rojhilata Navîn de yekîtiya neteweyî ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê pêdivîyeke sereke ye.
Peyama Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk

Daxuyaniya ÎYDê wiha ye:

“Divê li Başûrê Kurdistanê bi rêya dîyalogê pirsgirêk werin çareserkirin!

Gelê Kurd bi sedan sal in ku berdêla cudabûn û parçebûnê ya navxweyî di her qada jiyana xwe de hîs dikin. Ezmûna cudabûnê ya bi sedan salan nîşanî me dide ku bêyî yekîtî her tim Kurd lawaz ketine, li hemberî êrîşên ku ji derve tên bêparêz mane. Ji ber vê, îro yek ji xeta sor a gelê Kurd bêguman geşkirina yekîtiya neteweyî ye.

Xwişk û birayên me yên li Başûrê Kurdistanê, bi berxwedaneke berdêl giran statuya xwe bi dest xistin. Lê mixabin ku ji ber pirsgirêkên navxweyî, niqaşên li ser statuya Başûrê Kurdistanê jî derketin holê. Duh çawa ku çavên hemû Kurdistaniyan li ser Rojavayê Kurdistanê bûn, vê carê jî çavên her kesê Kurdperwer li Başûrê Kurdistanê ye. Lewra gelê me bi fikar e ku pirsgirêkên di navbera hêzên Kurd de kûrttir bibin û statuya Kurd a li Başûrê Kurdistanê lawaz were xistin.

Ji Komara Mehabadê heta pêvajoya jenosîde Enfalê, ji wir heta salên 90î hat dîtin ku encama bêtifaqiyê her tim giran bûye. Bi taybetî di van rojên dîrokî ku Rojhilata Navîn di qonaxeke krîtîk re derbas dibe de, tê pêşbînî kirin ku cudabûn dê metirsiya li ser gelê Kurd mezintir bike. Lewra ji aliyekî ve hêzên navneteweyî rêvebiriyên navendî xurttir dikin, ji aliyekî din ve jî hêzên herêmê tifaqên nû yên li dijî gelê Kurd ava dikin. Ji ber vê ye ku divê li çar parçe Kurdistanê pêşeng, rûspî û rêvebirên Kurd hişyar bin û li gorî vê tevbigerin.

Ji ber vê, em bi fikar û bi xemgînî geşedenên neyînî yên li Başûrê Kurdistanê diqewimin, dişopînin. Lê baweriya me ew e ku her du hêzên Kurd YNK û PDK dê karibin pirsgirêkên xwe yên navxwayî bi rêya dîyalogê çareserî bikin. Lewra di nava şert û mercên dijwar ên li Rojhilata Navîn de dem ne dema berjewendiyên takekesî an partîyî ye, dem dema desthevgirtinê ye da ku gelê Kurdistanê were parastin.

Divê neyê jibîrkirin ku Başûrê Kurdistanê, statuya xwe bi saya peymaneke stratejîk a hevpar bi dest xist. Her çiqas di ser re bi dehan sel jî derbas bin, divê peymana stratejîk a di navbera partiyên li Başûr de ji holê neyê rakirin, berevajî vê divê bi armanca xurtkirina peymanên yekîtiyê werin nûjenkirin. Di vê çarçoveyê de banga me li xwişk û birayên me yên li Başûrê Kurdistanê ye ku rêya dîyalog û lihevkirinê heta dawiyê vekin û di nava xwe de yekîtiya demokratîk ava bikin.

Em bawer dikin ku hêzên sîyasî yên li Başûrê Kurdistanê dê berpirsiyariyên xwe yên neteweyî bînin cih. Lewra gelê Kurd dixwaze ku Helebçê dest bide Duhokê û Hewlêr dest bide Silêmaniyê da ku tu hêzên biyanî nikaribin xetere li ser statuya sîyasî çêbikin.

ÎNISÎYATÎFA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK”