PeyamaKurd- Rêjeyên di mijara koronavîrusê de li seranserê dinyayê, di malpereka bi navê "Worldometer" de tê belavkirin û li gor rêjeyên vê malperê yên li seraserê dinyayê, di ser 90 hezarî de mirov mirine û yên ku bi nexweşîna koronavîrusê ketine, di asta dinyayê de jimara wan gihaye 1 mîlyon 539 hezar û 424 kesan. Rêjeyên din li seranserê dinyayê welat bi welat weha ye:
-Îtalya; jimara miriyan gihaye 17 hezar 669.
-Îspanya; jimara miriyan 15 hezar û 238.
-Amerîka; jimara miriyan 14 hezar û 865.
-Fransa; jimara miriyan 10 hezar û 869.
-Îngîltere; jimara miriyan 7 hezar û 97.
-Îran; jimara miriyan 4 hezar û 110.
-Çîn; 3 hezar û 335.
-Belçîka: jimara miriyan 2 hezar 523.
-Hollanda; jimara miriyan 2 hezar û 396.
-Almanya; jimara miriyan 2 hezar û 349.
Bi giştî heya niha li seranserê dinyayê koronavîrus li 200 welat an herêman belav bûye.Ji bilî van welatan jimarên miriyên koronavîrusê behatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin