PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Ameîrîkayê Mike Pompeo ragihand, piştî xanenişînbûna James Jeffrey, Joel Rayburn ê ku cîgirtiriya wezareta derve ya Amerîka jî kiriye û pisporê Rojhilata Navîn e, weke nûnerê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê hatiye destnîşankirin.
Mike Pompeo bi daxuyaniyeke fermî eşkere kir ku Joel Rayburn li şûna James Jeffrey bo nûnertiya karûbarên Sûriyê hatiye danîn ku Jeffrey xanenişîn bûbû.
Hevdem Amerîkayê di çarçoveya Yasaya Qeyser (Sezar) de, îro cezayên nû li ser çend kesayetî û dezgehên rejîma Sûriyê sepandin ku19 kompanî û parlementer û hinek berpirsên darayî û leşkerî yên Sûrî tê de hene.
Hatiye diyarkirin ku Amerîkayê ceza li ser bingeha ku ew kesayetî piştgîriya Esed dikin û bi awayekî hovane şerê gelê Sûriyê dikin li ser wan hatine sepandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin