Josep Borell: Têkiliyên bi Tirkiyê re li gorî sala borî gelekî bastir in!

Josep Borell: Têkiliyên bi Tirkiyê re li gorî sala borî gelekî bastir in!

PeyamaKurd – Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borell ragihand ku pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Tirkiyê re li gorî sala borî gelekî baştir in.

Josep Borrell di hilcivîna bi navê “Nueva Economia Forum” a Dezgeha Ramyarî ya Îspanî de ku li Madrîdê hat lidarxistin li ser pirsa Balyozê Yûnanistanê yê Madrîdê Yannis Tzovas a derbarê helwesa li hember Tirkiyê ya YEyê de bersiv da.

Borell got, “Dema ku hatim ser kar min ji sedî 30yê dema xwe ji bo pêwendiyên Tirkiye û YEyê qut nebin xerc kir. Dikarim bibêjim ku li gorî salek berê niha em di rewşeke gelekî baştir de ne.”

Borrell herwiha diyar kir ku ti carî nêrîna wî ya derbarê Tirkiyê de ne neyînî ye û got, ‘Ez tim alîgirê diyalogê bûm û min erka pirekê da ser milê xwe ku dikarim bêjim min roleke girîng lîstiye. Hinek min wek alîgirê Tirkiyê tawanbar dikin, lê ez ne alîgirê Tirk ne jî dijbêrê wê Tirk im.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin