PeyamaKurd – Nûnerê Bilind yê Pêwendiyên Karûbarên Derve û Sîyaseta Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell, bi rêya telefonê, bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Ukrayna Dmitro Kuleba re axifî û di derbarê wê pêwendiyê de, peyamek belav kir.
Borrell di peyama xwe ya ji Twitterê belav kir de da zanîn, tevgerên Rûsya yên li sînorê Ukrayna bi wan re fikar çêkirine û diyar kir, ew li hember Moskowê ‘‘bêguman’’ piştgiriya Kîevê dikin.
Josep Borrell destnîşan kir, ew ê di dawiya vê mehê de dîplomatên payabilind yên Ukrayna û wezîrên karûbarên derve yên welatên YEyê bicivin û li ser tevgerên Rûsya bipeyivin.
Karbidestên Ukrayna eşkere dikin, Rûsya leşkerên xwe li sînorên welêt bi cîh dike û Kremlîn vê îdiayê red nake, lê dide zanîn, ew li dijî tu kesî gefan naxwin.
Serokê Amerîka Joe Biden jî hefteya borî gotibû, ez li dijî ‘‘êrîşvaniya Rûsya’’ piştgirîya yekîtîya axa Ukrayna û serweriya wê dikin.
Girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de ji 2014an vir ve dewam dike û li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di pevçûnan de heta niha ji 13 hezaran pirtir kes hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin