Rojava | 4 wefat û 47 pêketiyên din ên koronayê hatin tomarkirin

Rojava | 4 wefat û 47 pêketiyên din ên koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 4 kesên din ji ber koronayê mirine û 47 kes jî pê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku 47 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û 10 nexşweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 7824 kesan, ya mirinan bû 263 kes û 1112 kes jî heta niha baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin