20 kesan can da û 1053 kesên din bi koronayê ketin

20 kesan can da û 1053 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de 20 kesên din ji koronayê can dan û 1053 kesên din jî pê ketin.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, ji 1053 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 461 kes li Hewlêrê, 83 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Germiyanê, 32 kes li Raperînê, 425 kes li Duhokê û 19 kes li Helebceyê ne.

20 kesên ji ber vîrûsa koronayê can dane jî 4 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 1 kes li Raperînê, 6 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.

Herwiha di nav 24 saetên borî de 400 kes baş bûne ku ew jî 124 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 36 kes li Germiyanê, 207 kes li Duhokê û 21 kes li Helebceyê ne.

Li gorî amarên dawî heta niha li Herêma Kurdistanê 67 hezar û 184 kes bi koronayê ketine,  2 hezar û 263 ke pê mirine û 39 hezar û 207 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin