PeyamaKurd - Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) biryara Parlamentoya Tirkiyê ya hilweşandina parlamenteriya parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enis Berberoglu û herdu parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglullari şermezar kir.
Di daxuyaniya KCD de hat gotin ku parlamenteriya hevseroka wan Leyla Guven û Endamê Dîwanê yê KCDê Musa Farisogullari bi darbeyeke siyasî ya AKPê hate hilweşandin ku ew biryar li dijî hiqûqê ye.
KCD ragihand, AKPê hemû rêgez û pîvanên demokratîk binpê kirin û carek din eşkere bû ku dijminatiya gelê Kurd dike û wiha pê de çû:
“AKP dixwaze gelê Kurd bixe nava kaosê û xwe ji vê qeyranê rizgar bike. Vîna gelê Kurd kiriye armanca xwe... Vîna gel nayê darizandin. Bila baş bizanibin ku kesên îro me dadirizînin dê sibê dor bê wan jî. Wê demê bila tiştekî ji gelê Kurd hêvî nekin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin