PeyamaKurd – Li welatê Myanmarê piştî leşker derbeyekî çêkir û desthilatiya welat xiste destê xwe temamê rêvebirên sîvîl xist zîndanê an binçav. Li ser kiryarên leşkerî li welat xwepêşandan destpêkirin û di xwepêşandanan de heya niha 138 kes hatin kuştin.
Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê de ragihand ku li hemberê xwepêşandanên aştiyane de hêzên leşkerî bi tundî bertekên şiddetê nîşan dane û tenê di xwepêşandanên 14 ê adarê de 38 kes hatine kuştin.
Dujarric got ku ji 1 ê sibatê heya niha 138 kes hatine kuştin û heya niha di ser 1.500 kesî de mirov hatine binçavkirin an zîndanîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin