Kadîrov: ‘Kîev jî di nav de em ê hemû bajaran desteser bikin!’

Kadîrov: ‘Kîev jî di nav de em ê hemû bajaran desteser bikin!’

PeyamaKurd-Rêberê Çeçen Ramazan Kadîrov peyamek belavkir û da zanîn ku tevgera Hêzên Rûs ne tenê li dijî Mariupolê ye, dê Rûsya li hember Kîev û bajarên din ên Ûkraynayê jî tevgera leşkerî bide destpêkirin.

“Ew ê êrîş çêbibin! Bes ne li Mariupolê, dê li bajarên din û li gundan jî çêbibin!”

Kadîrov ê ku wekî leşkerê Pûtîn tê zanîn amaje kir ku wan herêmên Luhansk û Donetskê bi temamî azad kirine û ew ê piştre jî Kîev û bajarên din desteser bikin. Ramazan Kadîrov bi berdewamî got, hûn qanih bin ku dê gavek jî paşve neyê havêtin.

Ramazan Kadîrov berê ji bo ku piştgiriya Kremlînê bike, milîs şandibûn Sûriye û Gurcîstanê û bi taybetî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi binpêkirinên zêde yên mafên mirovan hatibû tawanbarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin