PeyamaKurd – Cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris û wezîrê karên derve yê Amerîkayê li ser wefata serokkomarê Îmaratan Şêx Xelîfe bin Zayid Al Nahyan çûn payîtext Abû Dabî ya Îmaratan.
Harris û Blinken seredana serokê Îmaratan ya Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan kirin, taziyeyên serokê Amerîkayê Joe Biden û xelkê Amerîkayê gihandinê. Her weha bi sedema ku Al Nahyan bû serokê Îmaratan, Harris wî pîroz kir û balê kişandin ser têkiliyên xwurt yên navbera her dû dewletan û behsa girîngiya dewama têkiliyên Amerîka û Îmaratan kirin.
Şêx Xelîfe bin Zayid Al Nahyan di sala 2014 an de şel bû bû û piştî wê xizmeta pasîf kiribû û di 13 ê gulanê de wefat kiribû. Îmarata ku ji 7 emiriyan pêk tê, konseya wan ya bilind civiyabû û duhî serokê xwe yê nû Muhammed bin Zayid hilbijartibû. Piştî birayê wî şel bû, Muhammed bin Zayid weka xwezayî bû bû serokê dewletê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin