Kameramanê Al Jazeera di êrîsa Îsraîlê de hat kustin

Kameramanê Al Jazeera di êrîsa Îsraîlê de hat kustin

PeyamaKurd – Hejmara rojnamegerên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê da hatin kuştin derket 196an.

Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya Xezzeyê de hat destnîşankirin ku kameramanê televîzyona El Cezîre Ehmed El-Lawh di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a Nuseyrat a li navenda Şerîda Xezzeyê de jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku bi qetilkirina rojnameger Levh re hejmara rojnamegerên ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê li ser Xezzeyê kirin de hatin kuştin derket 196an.

Komela Medyaya Filistînê pêr di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihandibû ku Muhammed Balûşe peyamnêrê kanala televizyona El-Meşhed a Lubnanî li Xezzeyê di êrîşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin