PeyamaKurd- Îranê wekî bersiva biryara Ottawayê ya derbarê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî (DMO) de, Hêza Deryayî ya Kanadayê wekî "rêxistina terorê" nas kir. Kanadayê jî Supaya Pasdarên Îranê xistibû lîsteya terorê.
Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku hikûmeta Kanadayê li dijî prensîbên hiqûqa navneteweyî Artêşa Pasdarên Îranê xistiye lîsteya terorê. Ji ber vê yekê, Komara Îslamî ya Îranê li gorî "prensîba berevajiya bi wekhevî", biryar da ku Hêza Deryayî ya Kanadayê wekî rêxistineke terorî pênase bike.
Kanadayê di sala 2024an de li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Supaya Pasdarên Îranê xist lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî. Beriya niha di sala 2019an de rêveberiya Washingtonê heman biryar dabû û Îranê jî di bersivê de artêşa Amerîkayê wekî rêxistina terorê ragihandibû. Îran dibêje ku hemû welatên piştgiriyê didin biryarên bi vî rengî yên Amerîkayê, dê di çarçoveya qanûnên wan de wekî aliyên dijmin werin hesibandin.