PeyamaKurd - Raportora Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kati Piri diyar kir ku ger şaredarê Stenbolê ji kar were dûr xistin wê encamên wê giran bin û hişyarî da Tirkiyê.
Piri ji ser medya civakî da zanîn ku hikûmeta Tirkiyê bajarvanan ji karên wan dûr dixe û bal kişand ku wezîrê karên navxweyî yên Tirkiyê dijî şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu gefan dixwe.
KatiPiri Got, “Ger wî ji kar dûr bixin wê bo peywendîyên YE û Tirkiyê encamên giran çêke.”
Raporta YEyê Tirkiyê Piri diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê berî biryarê divê du caran bifikire.
Şaredarê Amed, Mêrdîn û Wanê meha borî ji aliyê wezareta navxweyî ya Tirkiyê ve ji kar hatibûn dûr xistin û li şûna wan qayum hatibûn wezîfedarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin