Katz: Heta tunel tune nebin, Hemas tune nabe
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yisrael Katz îro 7ê Mijdarê ragihand ku wî ferman daye artêşê ku hemû tunelên Hemasê yên li Xezeyê îmha bike.
Li gorî rojnameya Yediot Aharonot a Îsraîlê, Katz li ser hesabê xwe yê Xê got: "Eger tunel tune nebin, Hemas jî tune nabe."
Katz meha borî jî gotibû operasyona "bêçekkirina Xezeyê" ne tenê bi bêçekkirina komên çekdar ve sînordar e, di heman demê de wêrankirina hemû tora tunelên Hemasê jî li xwe digre.
Artêşa Îsraîlê di Cotmeha borî de ragihandibû, hîn jî endamên Hemasê li aliyê rojhilatê Xeta Zer (ji sedî 53yê Xezeyê ya di bin kontrola Îsraîlê de) xwe di tunelan de veşartine.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.