PeyamaKurd – Keça serokomarê berê yê Îranê Haşimî Rafsancanî ya reformîst Faîze Rafsancanî, di kanala Al Sharq de beşdarî bernameya Al-Madar bû û daxuyaniyên girîng dan.
Faîze Rafsancanî got ku dema bavê wê serokomar bû, hewl dide pêwendiyên ligel Erebistana Siûdî baş bike, piştevaniya ji nû ve danîna pêwendiyên ligel Amerîkayê dikir û ne li dijî pêwendiyên ligel Îsraîlê bû.
Rafsancanî da zanîn ku hin muhafezekarên Îranê naxwazin bi welatên rojavayî re peymana nukleerî bê kirin û hinek jî li dijî Amerîkayê diruşman diqîrin, lê zarokên wan jî li zanîngehên Amerîkayê dixwînin.
Faîze Rafsancanî di bernameyê de, bal kişand ser rewşa jinan li Îranê û got ku bi behaneya olê jin ji gelek mafan mehrûm hatine hiştin û şerîet bixwe jî vê cudaxwaziyê qebûl nake.
Herwiha Rafsancanî diyar kir ku ew ne bi hêviye ku di heyama seroktiya Joe Biden de, peymana nukleerî ji nû ve were zindîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin