PeyamaKurd - Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) piştî nêzî 50 salan bo çareserkirina kêşeya Keşmîrê civiya.
Civîn li ser daxwaza Pakistan û Çînê li dar ket. Di civînê de Hindistan û Çînê hevdu tawanbar kirin.
Nûnerê Hindistanê yê li KENYyê Syed Akbaruddin dîyar kir ku bidawîkirina statuya taybet ya Keşmîrê karê wan yê navxweyî ye û da zanîn ku ew ne hewcedarê gotinên sazîyên navneteweyî ne.
Nûnerê Çînê yê li KENYyê Zhang Jun jî ser helwesta Hindistanê bertek nîşan da û da zanîn ku ew helwest dijî serxwebûna Çînê jî gefan çêdike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin