Kestiya genim a bi ala Panamayê li Derya Res li mayinekê ket: 2 birîndar

Kestiya genim a bi ala Panamayê li Derya Res li mayinekê ket: 2 birîndar

PeyamaKurd – Ukraynayê ragihand ku di encama ketina keştiyeke barhilgir a ala Panamayê li mîneke Rûsyayê ya li Derya Reş de 2 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê fermandariya leşkerî ya başûrê Ukraynayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku keştiya bi ala Panamayê ya ku ji bo barkirina genim diçû bendereke li ser Çemê Dunayê, li mîneke ji aliyê Rûsyayê ve li Behra Reş hatibû bicihkirin ket.

Hat diyarkirin ku keştî li mayinê ket û kontrola xwe wenda kir û li qatê jorîn şewat derket.

Di daxuyaniyekê de, Serdozgeriya Herêma Odesa ragihand, di bûyera roja 27ê Kanûna îsal de, kaptan û deryavanekî Misrî birîndar bûne û keştîvan jî li nexweşxaneya bajarê Îzmaîl hatiye veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin