Der heqê 4 HDPyiyan de daxwaza betalkirina parlamenteriyê

Der heqê 4 HDPyiyan de daxwaza betalkirina parlamenteriyê

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo Pervîn Buldana Hevseroka HDPyê û 3 parlamenteran ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" fezleke amade kir.

Li gor agahiyan der heqê Pervîn Buldana Parlamentera Stenbolê û Hevseroka HDPyê da ji ber axaftina 21ê hezîrana 2018an a li Meydana Cumhuriyetê ya Sêrtê, der heqê Îmam Taşçierê Parlamenterê Diyarbekirê yê da ji ber parvekirina medyaya civakî ya 24ê gulana 2018 û axaftinên 8 û 9ê îlona 2018an ên li Diyarbekirê, der heqê Alîcan Onluyê Parlamenterê Tûnceliyê da ji ber axaftina 21ê adara 2018an a çalakiya newrozê ya li Tûnceliyê, der heqê Berdan Ozturkê Parlamenterê Agiriyê da ji ber axaftina 21ê adara 2018an a çalakiya newrozê ya li Agiriyê fezleke hatin amadekirin.

Ji bo parêzbendiya palamentran were rakirin fezleke şandin Wezareta Edaletê ku bigihîne Meclisê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin