Ji çalekê 5 term hatin derxistin

Ji çalekê 5 term hatin derxistin

PeyamaKurd – Li bajarê Ufa yê Rûsyayê zilamekî jina xwe, zarokên dêmarî yên jina xwe û neviyê xwe kuştin.

Hat zanîn ku piştî 6 mehan termên wan kesên hatine kuştin di çalekê de hatine dîtin.

Termên ku di çalê de hatibûn veşartin li ser giliyê keçekê bo polîsan ku gotiye, ew ji hevala xwe demeke dirêj e ne agahdar e hatin dîtin.

Li gor zanyariyan polîs çûne maleke cotgehê û di encama lêgerînên xwe de bi ser çala ku term hatine avêtin de bûne û 5 termên însanan dîtine.

Polîsan diyar kir ku termên du jinên 39 û 20 salî, du zarokên 2 û 6 salî û bebeka 6 mehî hatine dîtin.

Hat zanîn ku zilamê 42 salî piştî kuştina wan, bi qemyonekê ew birine baxçeyê cotgehê û li wir avêtine nav çalê.

Polîsan bavê gumanbarê kuştina 5 kesan desteser kiriye û hat ragihandin ku ew kes li xwe mikur hatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin