PeyamaKurd - Hate angaştin ku hêzên artêşa Ûkraynayê şeva borî 26 firokeyên bêmirov ên biçek ên ku Rûsyayê di hêrişa li ser rojhilat û başûrê wî welatî de bikar anîbû, xistine xwarê.
Fermandarê Hêza Hewayî ya Ûkraynayê Mikola Oleschuk di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya Telegramê de got: "Şeva 28ê Adarê, Rûsyayê bi 28 firokeyên bêmirov ên cureya Şahed 136-131 hêrişî herêmên Kursk û Cape Chuda yên Qirimê ku di 2014an de ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn dagirkirin kir û di encama van hêrişan de li herêmên Odessa, Xarkov, Dnipropetrovsk û Zaporizhia 26 ji van frokeyan hatin xistin."
Li gor jêderên herêmî Moskowê her wiha 3 mûşekên şopedozîn ên KH-22 û mûşekek KH-31B ya dijradarê û mûşekên S-300 yên ji bejaşî berew asîmanî jî avêtin.
Hatibû ragihandin ku di hêrişên duh ên Rûsyayê yên li herêma Harkov û hin herêmên din ên Ûkraynayê de herî kêm 4 kesan jieyana xwe ji dest dane û 28 kes jî birîndar bûne.
Vê yekê kiribû ku Kiev, ji hevalbendên xwe yên rojavayî bêtir pergalên parastina hewayî yên Patriot bixwaze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin