Kiliçdaroglu îstifaya Soylu xwest: Em ê wan di girtîgehan de birizînin!

Kiliçdaroglu îstifaya Soylu xwest: Em ê wan di girtîgehan de birizînin!

PeyamaKurd – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu, li ser belavbûn û bikaranîna madeyên hişber ji aliyê zarokan ve, rexneyên tund li Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu girtin û banga îstifayê lê kir.

Kiliçdaroglu, îro 1ê Mijdarê di civîna koma partiya xwe de gotarek pêşkeş kir û tê de, bal kişand ser belavbûna bikaranîna madeyên hişber heta zarokên deh salî.

Herwiha Kiliçdaroglu, wekî bersiva îspatkirina têkiliyên Soylu, bi bazirganên tilyakê re da û navê çend bazirganên madeyên hişber ên li Stenbolê hatine kuştin da û got, “Vaye min îspat kir, ne çi bikî? Heger rûmet û şerefa te hebe, tê îstifa bikî. Ne tenê ew, divê Qesr (koşka serokomariyê) jî dest ji kar berde.”

Kiliçdaroglu di axaftina xwe de got ku dema ew bûn deshilat, ew dê demildest hatina Tirkiyê ya diravên nepak rawestînin û kesên bi tawanbaran re wêne girtine û bi bazirganên tilyakê re pêwendî danîne jî di girtîgehan de birizînin.

Kemal Kiliçdaroglu, şeva borî vîdyoyek derbarê bikaranîna madeyên hişber û pêwendiyên wezîrê navxwe de, belav kiribû û piştre jî Fermandariya Cendermeyan û Asayîşa Giştî ya Polîsan daxuyaniyên, gilîkirina Kiliçdaroglu bo dadgehê dabûn û îdiayên wî red kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin