Demirtaş nexwest Kiliçdaroglu serdana wî bike

Demirtaş nexwest Kiliçdaroglu serdana wî bike

PeyamaKurd - Nûnerê Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara dadgehê ji nû ve bûye Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP), ragihandibû ku wê Kiliçdaroglu li Girtîgeha Edirneyê serdana Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bike.

Piştî ku Kemal Kiliçdaroglu di bernameyeke televizyonê de, çend roj berê gotibû ew ne poşman e ku li parlamenê deng ji bo rakirina parêzbendiya Demirtaş û hevalên wî di sala 2016an de daye, bertekên tund jê re hatibûn nîşandan.

Lê belê dîsa jî Kiliçdaroglu xwestibû serdana Demirtaş li girtîgehê bike.

Hat ragihandin ku Selahattîn Demîrtaş naxwaze Kemal Kiliçdaroglu li Girtîgeha Edirneyê serdana wî bike. Li gorî parêzerên Demirtaş, ew naxwaze ji bilî hevalên xwe ti aliyekî din ê siyasî serdana wî bike.