Neçîrvan Barzanî wê îro serdana Şamê bike

Neçîrvan Barzanî wê îro serdana Şamê bike

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara çûye Şamê.

Ev serdan piştî rûxandina desthilata Beşar Esad serdana yekem e û di hevdîtinê de pêwendiyên Hewlêr û Şamê, rewşa Kurdên Rojava û gavên ji bo hevkariyê hatin nirxandin.

Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê jî ragihand ku ev gav ji bo pêşxistina berjewendiyên hevpar e.

Neçirvan Barzanî ku berê jî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Evdî civiyabû, tekez dike ku tevlîbûna Kurdan di saziyên Sûriyeya nû de gelekî krîtîk e.