Kiliçdaroglu ji bo Bahçeli: Tu yê heya kengê bêdeng bimînî?

Kiliçdaroglu ji bo Bahçeli: Tu yê heya kengê bêdeng bimînî?

PeyamaKurd – Serokê partiya komarî yê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu li ser kuştina serokê ‘Ülkü Ocakları’ yê berê Doç. Dr. Sinan Ateş, serokê MHP ê Devlet Bahçeli kir ber hedefa. Mebesta Kılıçdaroğlu ji teslîmkirina zarûyên cem Dewlet Bahçeli ew e ku kesên Sinan Ateş dane kuştin ji aliyê Devlet Bahçelî de tên parastin. Kılıçdaroğlu weha bang li serokê MHP ê Devlet Bahçeli kir:

“Tu dê heya kengê bêdeng bimînî? Eger tu dewam bikî û bi mafiyan re wêneyan bikşînî, wê kesên li cem te jî (zarûyên) dest bi leytsikên mafyayê bikin. Tu yê wan zarûyên (zilamên) cem xwe teslîm bikî, tu nikarî bûyerê bi çend kesên maddeyên hişbir bikartînin, binxêmî an serpûş bikî.”

Lêpirsîna li ser kuştina Doç. Dr. Sinan Ateş her diçe firehtir dibe. Herî dawiyê du endamên ‘Tevgera Taybet’ û du kesên din hatin girtin. Heya niha bi temamî 10 kes hatin girtin. Kesê bi navê Doğukan Çep ku dibêjin kuştina Sinan Ateş organize kiriye û leqeba wî ‘Dodo’ ye do êvarê li otêla ku xwe lê vedişart hatiye girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin