PeyamaKurd – Piştî ku di kongreya 38emîn a Partiya Komarî ya Gel (CHP) de, serokê berê yê CHPê Kemal Kilicdaroglu nehat hilbijartin, li ser medya civakî peyamek belav kir.
Kilicdaroglu di peyama xwe de digel hêvîya serkeftinê, serokê nû yê CHPê Ozgur Ozel pîroz kir û got: “Ji erka xwe ya serokatiya giştî xatir dixwazim. Ez spasiya hemû kesên heta niha piştevaniya têkoşîna me kirine dikim.”
Hêjayî gotinê ye, di Kongreya CHPê ya 4ê Mijdarê de, Ozgur Ozel bi 812 dengên delegeyan li hember 536 dengên Kemal Kiliçdaroglu bi ser ket û bû serokê nû yê CHPê.
Kemal Kiliçdaroglu ji sala 2010an ve serokê giştî yê CHPê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin