PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Kirgizîstanê gazî balyozê Tirkiyê yê li welatê wan Cengiz Kamil Fırat kirin û nota danê. Li gor ragihandina wezaretê sedem ew e ku Fırat çûye herêma Sokulukskogoyê û gundê Orokê ziyaret kiriye.
Kirgizîstan seredana balyozê Tirkiyê Fırat bo gundê Orokê weka “destêwerdana karên hundir” ragihand û xwestin ku mudaxele bi karên wan yê hundir nekin.
Balyozê Tirkiyê Fırat, di 5 ê hezîranê de Orokê ziyaret kiribû ku berê li wî gundî Kirgiz û Tirkên Ahiskayê şer kiribûn. Rêvebirên herêmê di dema ku karên xwe yên asayîşê dikirin, balyozê Tirkiyê Firat jî li wî gundî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin