PeyamaKurd- Li Yemenê hêzên koalîsyonê ku serpereştiya wan Erebistana Si’ûdî dike, bi şaşî li sîvîlan xistin û di encamê de 14 kes mirin û 4 jî birîndar bûn.
Li Yemenê hêzên ku piştgiriyê dide desthilata rewa; Hêzên Berxwedana Xelkê ji navenda wan ya çap û çapemeniyê hat ragihandin ku li bajara Taîzê li navçeya Mewzayê li devera Ûrayîşê hêzên koalîsyonê bi şaşî li alaveka ku sîvîlan dibir xist û 14 sîvîl hatin kuştin.
Êrîşa hewayî bo ser pêlewerên ku ji bazara El-Berahê dadigeriyan malên xwe û di kamyonekê de bûn, hat kirin. Hêzên koalîsyonê heya niha beyanek nedane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin