PeyamaKurd – Komîsyona meclisa Tirkiyê ya karên derve “Peymana Mekkeyê” qebûl kir. Di nava peymanê de niha Tirkiye, Pakistan û Erebistana Sa’ûdiyê hene. Naveroka peymanê di 21 ê Cotmehê de şandibûn komîsyonê. Niha dê li benda hevdîtinên li ser peymanê yên di meclisa Tirkiyê bin.
Komîsyon îro di bin serokatiya Fuat Oktay de civiya û peymanê qebûl kir. Yeni Partî bi sedema ku dibe peyman li herêmê bibe sedema şerekî nû qebûl nake.
Li gor peymanê; eger êrîşekî here ser yek dewletekî ji her sê dewletên navborî, dê qebûl bikin ku êrîş çûye ser her sê dewletan. Terefên peymanê wê di çarçoveya şertê Neteweyên Yekgirtî de, mafê xwe yê parastinê bikin û desteka ku bidin welatê ketiye ber êrîşê, dê li gor şertê NYê be û dê destekê bidin welatê ketiye ber êrîşê.
Desteka ku bê kirin, di nav destekê de bikaranîna derfet û şiyanên leşkerî jî hene.