Li Efrînê hêzên Tirkiyê 3 Kurd radestî Tirkiyê kir

Li Efrînê hêzên Tirkiyê 3 Kurd radestî Tirkiyê kir

PeyamaKurd - Hêzên Tirkiyê, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê 3 nişteciyên Kurd bi tometa kuştina efserekî Tirk ku temenê wî nêzî 30 salan e, hatin girtin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a li Efrînê, roja 2yê Tîrmehê, polîsên serbazî yên ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ve, 3 welatiyên Kurd revandine û radestî Tirkiyê kirine.

Li gor Rêxistina navborî, welatiyên bi navê Salih Osman 59 salî, Mihemed Hisên 64 salî, û Hesen Mûrad 73 salî, ji hersê gundên Mamila, Şidiya, û Korê ser bi Raco hatine girtin û ji bo Tirkiyê hatine radestkirin.

Rêxistinê diyar kir ku, ew hersê welatî bi tohmeta ku roja 16ê Hezîrana 1990 bûne sedema kuştina efserekî Tirk li herêma dikeve ser sînor.

Rêxistinê da zanîn ku wê demê ev hersê welatî barhilgir bûn û lêkolînên wê demê piştrast kiribûn ku tu pêwendiya wan bi kuştina wê Efserê Tirk nebûye û ew efser li ser destê qaçaxçiyên Tirkiyê hatibû kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin