PeyamaKurd- Kore ya Başûr biryareka ku dengvede, da. Kore biryarê da ku piştî meha temmûzê wê sewqiyata petrola Îranê rawestîne.
Li gor ajansa Tesnimê ya Îranê ku bingeha nûçeya xwe dibe ser ajansa Reutersê; şîrketên ku sewqiyata petrolê ji Îranê dikin, ragihandine ku Kore ya Başûr piştî meha temmûzê wê ji Îranê petrolê nekire. Çavkaniya nûçeyê dibêje:
“Kore ya Başûr bo ji Îranê petrolê nekirin zorê dida ser şîrketan. Wê Kore ya Başûr piştî temmûzê ji Îranê petrolê nekire.”
Şîrketên ku ji Îranê petrolê dikirin û dibin Japonyayê, wê heya êlûnê sewqiyata xwe bikin.
Biryara Kore ya Başûr kiryara yekeme ku piştî Amerîka biryarê da bo dorpêçê deyne ser Îranê tê kirin. Di nava dewletên ku ji Îranê petrolê dikirin de di rêza ewilî de Kore, Çîn û Japonya tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin