PeyamaKurd - Koreya Bakur ragihand ku wan bi beşdariya du yekîneyên topbaranê, ceribandineke leşkerî ji bo pergala moşekên pirserî yên 600 mîlîmetreyî yên ultra-hesas pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev moşek xwedî menzileke 420 kîlometreyî ne û di dema ceribandinê de armancên li Deryaya Rojhilat (Deryaya Japonê) ku 364 kîlometre dûr bûn, bi îsabeta tam lêdane.
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un, ku bi xwe çavdêriya vê ceribandinê dikir, ev çek wekî amûreke "kujer" bi nav kir û destnîşan kir ku di cîhanê de tu çekeke taktikî nîne ku bikaribe bigihîje asta performansa vê pergalê.
Kim Jong-Un hişyariyeke tund da û diyar kir ku ev çek di rewşên pêwîst de dikarin wekî amûreke êrîşê ya ji bo hilweşandina komî bên bikaranîn.
Li aliyê din, Serfermandariya Koreya Başûr û hikûmeta Japonê jî piştrast kirin ku nêzîkî 10 moşekên balîstîk ber bi Deryaya Rojhilat ve hatine avêtin, lê tu zirarên canî an malî çênebûne.