PeyamaKurd - Li ser bingeha agahiyên çavkaniyên hikûmetê yên di çapemeniya Koreya Başûr de hatine belavkirin, rêveberiya Seulê ji bo parastina ewlehiya derbasbûn û keştîvaniyê li Tengava Hurmizê amadekariyê dike ku beriya dawiya salê hêzên xwe yên serbazî bişîne herêmê.
Ji bo vê pêngavê, hikûmet li ser rêkarên qanûnî dixebite û tê armanc kirin ku di nav vê mehê de tezleka destûrê pêşkêşî parlamentoyê bike.
Hat ragihandin ku Koreya Başûr îhtîmalên şandina balafirên dewriyeyê yên deryayî, keştiyên piştgiriya lojîstîk yan jî yekîneyên paqijkirina mînan dinirxîne û di vê mijarê de bi DYA, Brîtanya û Fransayê re di danûstandinê de ye.
Qesra Serokatiyê ya Seulê: "Biryara dawî hêj nehatiyê dayîn"
Ofîsa Serokatiya Koreya Başûr piştrast kir ku nirxandinên li ser şandina yekîneyên leşkerî berdewam dikin lê bal kişand ku hîn biryareke dawî nayê stendin.
Rayedarekî pilebilind ragihand ku ew dikarin hevkariyê bikin lê divê ev gav pişta xwe bide pêdiviyên ewlehiyê yên Nîvwelatê Koreyê û makezagona qanûnî, da ku ewlehiya welatê wan nekeve metirsiyê.
Serokê DYA'yê Donald Trump, di 17ê Tebaxê de rexne li hewldanên serbazî yên hevpar ên ligel Koreya Başûr girtin û diyar kir ku ev hewldan hem xetirin hem jî bo Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un sînyaleke nenas e.
Trump anî ziman ku wî ferman daye Wezîrê Bergiriyê Pete Hegseth da ku qebareya van hewldanan gelekî kêm bike.
Trump her wiha gazin li Serokê Koreya Başûr kir ji ber ku li dijî Îranê piştgiriya DYAyê nekiriye û got ku di bersiva daxwaza wan a hevahengiyê de Seulê gotiye "Na, spas."