PeyamaKurd – Artêşa Koreya Başûr ragihand, moşekeke balîstîk ji Koreya Bakur ber bi ava rojhilatê welêt ve hatiye avêtin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniya Koreya Başûr derbarê rewşa navborî de, moşeka balîstîk a menzîl kurt a ku ji Kangwon a peravên rojhilatê Koreya Bakur hat avêtin, ket Deryaya Japonyayê.
Ceribandina moşekê li gorî saeta herêmî di saet 10:48an de hat kirin.
Hikûmeta Japonyayê diyar kir, îhtîmala ketina fuzeya balîstîk a li herêma aborî ya taybet a neteweyî ya Japonyayê, hê di qonaxa piştrastkirinê de ye.
Sekreterê Kabîneya Japonê Matsuno Hirokazu da zanîn, zanyariyên derbarê moşekê di qonaxa analîzê de ne û welatê wî, wê li ser hevkariya Amerîka û Koreya Başûr berdewam be.
Hêjayî balkişandinê ye, ev êrîş piştî ku rêveberiya Pyyonangê got, ger "kampanyaya berferehkirina rêgirtinê" ya Amerîkayê bidome, em ê tevgereke leşkerî ya "bi tundtir" bikin hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin