PeyamaKurd- Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr (JCS) ragihand ku li keştiya dewriyeyê ya Koreya Bakur ku sînorê deryayî yê Koreya Başûr binpê kiriye, guleyên hişyariyê hatine havêtin.
Di daxuyaniya Serfermandariya Giştî ya Koreya Başûr (JCS) de hat ragihandin ku îro di saet 11:00an de li keştiya dewriyeyê ya Koreya Bakur ku ji Xeta Sînor a Bakur (NLL) ku defakto sînorê deryayê ye, guleyên hişyariyê hatine havêtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Koreya Başûr li dijî provokasyonên potansiyel ên Koreya Bakur amade ye û tevgerên Koreya Bakur ji nêz ve tên şopandin.
Hat diyarkirin ku di dema destwerdanê de di navbera keştiya dewriyeyê ya Koreya Başûr û keştiya masîgiran a Çînê de ji ber şert û mercên hewayê, têkiliyên kêmdîtinê çêbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin