PeyamaKurd – Li ser dûrxistina Partiya Azadî ya Kurdistanî ji danûstandinên di navbera aliyên Kurdî û Kurdî de, Partiya Azadî ya Kurdistanî nameyek ji James Jeffrey re şand û tê de nerazîbûna xwe nişan da.
Di nameya Partiya Azadî ya Kurdistanî ya ji James Jeffrey re hat şandin de hat diyarkirin, ji ber partiya wan serbixwe ye û ne girêdayî tu aliyan e, ew ji diyaloga Kurdî-Kurdî hatiye dûrxistin.
Herwiha Partiya Azadî ji Jeffrey re da zanîn, ku bêyî beşdariya partiya wan, ew Lêveger kêm dimîne û nav lê nabe lêveger.
Ji bilî herdu partiyên Pêşverû û El-Wehdê, heta niha 3 partiyên din jî ku xwe nêzîkî ENKSê dibînin, nerazîbûna xwe li ser dûrxistina xwe ji diyaloga Kurdî-Kurdî nîşan dan, ew jî: Partiya Yekîtiya Kurdistanî ya Azad, Partiya Azadî ya Kurdistanî û Partiya Demoqrata Kurd (El-Partî) baskê Ehmed Sîno ye û dixwazin ew jî beşdarî nav diyaloga Kurdî-Kurdî bibin.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey, roja 20ê Îlona 2020an serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û li gel berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û şandên Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdî (PYNK) civîn pêk anîbû.
Piştî 16 civînan ku Amerîka di tevahiya wan de beşdar bû, herdu aliyên Kurdî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li ser Lêvegera Siyasî li hev kirin û li gor zanyariyan gelek nemaye ku li ser çawaniya rêvebirina deverê jî li hev bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin