PeyamaKurd – Aloziya di navbera rejîma Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê piştgiriya xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, derbasî qonaxeke nû bû. Rêveberiya Tehranê bi nameyek fermî gilî li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY, Seîd Îravanî, di nameya xwe de daxuyaniyên Trump wekî "provokatîf û hewldaneke ji bo têkbirina serweriya Îranê" pênase kir. Îravanî hişyarî da ku Tehran dê mafê xwe yê parastina yekparçeyiya xakê û ewlehiya neteweyî bi awayekî "biryardar" bi kar bîne û berpirsiyariya her cure rageşiyê xiste stûyê Washingtonê.
Li hundirê rejîma Îranê jî bertekên tund li pey hev hatin. Wezîrê Derve Ebas Araqçî û rayedarên payebilind ên mîna Elî Larîcanî û Elî Şemxanî, bi daxuyaniyên desttêwerdana Amerîkayê di karûbarên navxweyî de red kirin. Araqçî tekez kir ku hêzên çekdar ên Îranê li hember her cure binpêkirina serweriyê amade ne. Di heman demê de, polîs û saziyên dadwerî yên Îranê hişyariyên tund dan xwepêşanderên ku di şeş rojên borî de li bajarên cuda derketine kolanan. Her çend polîs dibêje ew daxwazên ji bo baştirkirina jiyanê fêm dikin, lê dozgeriya Loristanê hişyarî da ku her çalakiyeke bêdestûr dê wekî "sûc" were hesibandin û bi tundî bersiv were dayîn.
Ev pêla nû ya nerazîbûnan di demekê de derdikeve ku Îran di bin zexta krîzeke giran a aborî, enflasyona bilind û daketina nirxa rîal de ye. Dorpêçên navneteweyî û bandorên şerê 12 rojî yê vê dawiyê yê bi Îsraîlê re, barê aborî yê li ser milê xelkê girantir kiriye. Her çend çavdêr van xwepêşandanan bi serhildana "Jîna Emînî"yê ya sala 2022yan re didin ber hev, lê tê dîtin ku hîn negihîştiye wê astê. Li aliyê din, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Volker Turk, bang li Tehranê kir ku rêzê li azadiya kombûn û îfadeya aştiyane ya welatiyan bigire.