PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov îro Duşemê ragihand ku di danûstandinên navbera Rûsya û Ukrayna de pêşveçûneke girîng pêk nehatiye.
Berdevkê Kremlînê ji rojnamevanan re daye xuyakirin, divê ji bo civîneke di navbera Vladimir Putin û Volodimir Zelensky de pêk were, bingeheke xurt ya pêşveşûnê çêbibe.
Peskov gotiye, "Ji bo ku em derheqê civîneke di navbera du serokan de bipeyîvin, divê her du alî jî karên xwe pêk bînin. Divê danûstandin bidomin û li ser encaman hevnêrînî hebe."
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsya di demeke ku bê navber êrîşên ser Ukraynayê dewam dike de, rêveberiya Ukraynayê bi astengkirina danûstandinên bidawîanîna şer tawanbar dike.
Rûsya dixwaze Ukrayna hemû daxwazên wê yên wekî naskirina fermî bo her du herêmên Donbasê û Qirim a ku sala 2014an hatiye dagirkirin qebûl bike û herwiha proseya endambûna NATOyê jî bidawî bîne.
Ukrayna jî van daxwazan wekî teslîmbûnê dinirxîne û dixwaze pêşî Rusya hêzên xwe ji ser axa wan vekişîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin