PeyamaKurd- Piştî daxuyaniya ji Şêwirmendiya Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê hat dayîn ku hevdîtinên nav şandên Rûsya û Ukraynayê hatine rawestandin; Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov jî ragihand ku hevdîtinên navbera herdu welatan bi pêş ve naçin.
Berdevkê Kremline Dmitriy Peskov îro ragihand ku di hevdîtinên aştiyê yên navbera Rûsya û Ukraynayê de pêşveçûn çênabin. Peskov da zanîn ku kesên di şanda hevdîtinên Ukraynayê de ne, bi bêdilî tevdigerin.
Duh Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Andrey Rudenko di gotareke xwe de gotibû ku ‘Hevdîtinên navbera aliyan didomin’ Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Dewleta Uraynayê Mihail Podolyak jî gotibû ku ‘Hevdîtinên di navbera şandên Rûsya û Ukraynayê de hatine rawestandin.’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin