Partiya ku Benyamîn Netenyahû serokê wê ye û navê Netenyahû ew çend ketiye nava ruşwet û bertîlan jî car din di rêza yekemîn de ye.
Weka her welatî li Îsraîlê jî gelek caran anket li ser partiyan tên çêkirin û halê partiyan di wan anketan bo demên pêş diyar dikin. Xebateka anketî di tv. ya 10an de hat nîşandan ku televizyona Îsraîlê ye û ji anketê hat fêmkirin ku di encama wê de dengên partiya Likudê zahf kêm nebûne.
Encama xebata anketê nîşan dide ku niha hilbijartin çêbibe, partiya Netenyahû Likud dikare 29 parlementeran derbixe. Niha di parlementoya Îsraîlê de (Knesset) 30 parlementerên partiya Netenyahû hene.
Hêj do, Netenyahû ji ber gumana gendeliyê bi qederê 5 sietan ji aliyê polîsên Îsraîlê de, îfadeyên wî hat sitendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin