PeyamaKurd- Dewleta Hindistanê fuzeya ku dikare serikê nukleerî hilgire û menzîla wê 5 hezar km ye ceriband. Hindistan fuzeya bi navê Agni-V balistik ev cara 7 a ye ku diceribîne. Serikê fuzeyê dikare li dora 1,5 ton alavên nukleerî hilgire.
Li gor çavkaniyên wezareta bergiriyê ya Hindistanê ceriband biserketin dawî lê hatiye. Cara dawiyê heman fuze di serê meha hezîranê de hatibû ceribandin. Li gor agahiyên teknîkî dirêjahiya fuzeyê 17 metre, firehiya wê 2 metre, tê de navîgasyon, îdare, serikê nukleerî û motora bi teknolojiya herî pêşkeftî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin