PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi serleşkerê hêzên stratejik yê fuzeyan bi Sergey Karakayev re li ser online axifî.
Karakayev, ji Putin re got ku ceribandina fuzeya navbera parzemînan ya fuzeya balistik ya bi navê ‘Sarmat’ê bi serkeftin ceribandine.
Putin, bi sedema testa serkeftî ya fuzeya Sarmatê Karakayev pîroz kir û mijarê weha rave kir:
“Fuze, di dinyayê de sîstema fuzeya herî xwurt e. Serikê fuzeyê ji fuzeyên Rojavahiyan 4 car xwurttir e. Fuze ne tenê balîstîke lê dikare di feleka bin ya fezayê de jî bifire. Bi vê taybetmendiyê zêdetirê 35 hezar km menzîla wê heye. Lêdana hedefê du car li yên dinaye. Dikare bersiva sîstemên fuzeyên heyî û yên dahatûyê hemûyan bide.”
Putin ragihand ku heya dawiya salê dê fuze dest bi karê şer bike û şiyanên grûba nuklerî ya stratejik dê xwurt bike. Putin her weha got ku fuzeya menzîla wê navçe ya balistik ya ‘Oreşnik’ di sala 2025an de ket nava envantera artêşa Rûsyayê û fuzeya han jî dikare serikên nuklerî hilgire.