Îro salvegera derbeya leskerî ya 12 ê adarê ye

Îro salvegera derbeya leskerî ya 12 ê adarê ye

PeyamaKurd- Di sala 1971 ê de an ku 49 sal berê serokerakaniya Tirkiyê bi derbeyekî leşkerî dest danî ser îdara Tirkiyê. Lê bi 2 salan berya derbeyê amadekariyên xwe dikirin. Tîmên komandoyan davêtin ser gund û bajarên Kurdistana Bakûr, gundiyan didan hev, daxwaza sîlihan li wan dikirin da sîlihên xwe bidin dewletê.

Li navçeyan, xelkê tax û tax dicivandin, li wan didan û li wan heqaretê dikirin. Li gunda xelkê gund di nav meydana gund de dicivandin, zilaman li ber çavên jinên wan tazî dikirin. Xelkê oldar yên ku riha xwe berdabûn, riha wan kurdikirin. Kesayetiyên siyasî dixistin binçav û ji wan re digotin têkiliyên wan bi tevgera Mele Mistefa Barzanî re heye û li wan dixistin. Ev tev bo derbeyeka leşkerî amadekarî bûn.

Xwelkê Kurdistanê jî xwepêşandanan dikirin û li dijî zilma dewletê derdiketin. Axaftinan û civînan dikirin lê dest nediavêtin sîlihan. Weka rêxistinên Kurdistanê PDK a bakûr û DDKO hebûn. Gelek Kurd di nav partiya legal ya Tirkiyê de ya bi navê TİP (Partiya Karkerên Tirkiyê) ê de dixebitîn û gelek caran her sê rêxistin bi hevre tevdigeriyan. Axir xwepêşandana rêxistinan bi taybetî ya DDKO yê li navçeya Hezzo ya bi ser bajarê Sêrtê de çêbû. Meha sibatê ya sala 1971an bû.

Di 12 ê adarê de, di sala 1971an de derbeyeka leşkerî di bin serokatiya general Menduh Tamaç de çêbû û dest danîn ser rêvebiriya sîvîl ya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê. Zimanê Kurdî qedexe bû, pirtûk qedexe bûn. Siyasetmedarên Kurd ji bilî yên ku reviyabûn derveyê welat tev hatin girtin û wan di dadgehên leşkerî de darizandin. Doza DDKO, TİP û PDK ê li Diyarbekirê li dadgeha qolordiyê de dewam dikir û girtina siyasiyên Kurd heya sala 1974an dewam kir.Erê di navberê de hinek ji wan hatin berdan lê piraniya wan di zîndanê de bûn.

Di sala 1974an de efûyeka giştî derket û hemû siyasiyên Kurd ji zîndanan derketin. Ji wan rêxistinên di zîndanê de, gelek partî û grûbên Kurd derketin û xebatên xwe heya derbeyeka dnê ya leşkerî dewam kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin