Serok Barzanî ji bo 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê peyamek weşand

 Serok Barzanî ji bo 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê peyamek weşand

PeyamaKurd - Di peyama xwe de, Serok Barzanî tekez kir ku ev peymana dîrokî berhema têkoşîna hevbeş a Şoreşa Îlonê ye, ku bi pêşengiya Barzaniyê nemir, Pêşmerge û hemû beşên civaka Kurd hatiye kirin.

Serok Barzanî îro (Çarşem, 11ê Adara 2026) bi boneya salvegera Peymana 11ê Adara 1970an daxuyaniyek weşand.

Di peyama xwe de, Serok Barzanî bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku ber bi Peymana 11ê Adarê ve çûye û diyar kir ku ev peyman encama têkoşînek bi biryar û berfireh ji bo vegerandina mafên gelê Kurd û avakirina demokrasiyê li Iraqê ye.

Serok Barzanî destnîşan kir ku ev têkoşîna bi rûmet di dawiyê de hikûmeta Iraqê ya wê demê neçar kir ku hin mafên gelê Kurd bi fermî nas bike.

Di salvegera 56emîn a peymanê de, Serok Barzanî, di peyamekê de ku bi rêzdarî piştgirîya şoreşê kir, wiha got:

"Em bi rêzdarî têkoşîn û hewildanên hemû Pêşmerge, şoreşger û welatparêzên Şoreşa Îlonê bi bîr tînin, yên ku bi hewildan û qurbanîdana xwe ev destkefta dîrokî ji bo gelê me misoger kirin."

Serok Barzanî peyama xwe bi tekez li ser çanda jiyana hevbeş li Kurdistanê û parastina destkeftiyên wê bi dawî kir:

"Bi vê boneyê, em tekezî li ser parastina van destkeftiyan û peyama jiyana hevbeş a aştiyane ya gelê Kurd dubare dikin; em silavên xwe ji bo giyanê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin."